Li Qamişlo di navbera hêzên Asayişê û hikûmeta Sûriyê de şer derket

Li Qamişlo di navbera hêzên Asayişê û hikûmeta Sûriyê de şer derket

.

A+A-

 Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê di navbera hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser û hêzên hikûmeta Sûriyê de şer derket û heta niha şer berdewam e.

Li gor zanyariyan, endamên Hêzên Berevaniya Niştimanî ango Hêzên Dîfaa El-Wetanî yên girêdayî hikumeta Sûriyê li Qamişlo êrişî xaleke kontrolê ya hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser kirine.

Ajanseke nêzîkî Rêveberiya Xweser belav kiriye, ku milîsên ser bi Hêzên Berevaniya Niştimanî yên girêdayî hikûmeta Sûriyê ve li nav bajarê Qamişlo gulle ber bi rêbenda hêzên Asayişê ya li nêzîkî Çerxerêya Wehde ve reşandine.

Li gor heman çavkaniyê, piştî êrîşê hêzên Asayişa Qamişlo tedbîrên xwe yên ewlekariyê li cihê bûyerê û derdora wê û herwiha li tevahiya bajêr zêde kirine.

Ji destpêka îsal ve li herdu bajarên Qamişlo û Hesekê di navbera hêzên Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê de gelek caran alozî derketine.

Di rojên destpêka Sibata îsal de li bajarê Hesekê jî alozî di navbera herdu aliyan de derketibû, lê piştre bi lihevkirinekê herdu aliyan dawî li aloziyan anîbûn.

Li aliyekê din, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayişa Rojava) îro di daxuyaniyekê de ragihand ku endamê wan “Mihemed El-Mişel îro 14ê Sibatê di bûyereke trafîkê de li bajarê Qamişlo şehîd bûye.”

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kiriye ku ew endamê wan di 24-11-2015an de li bajarê Qamişlo têkilî bi refên wan kiribû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin