Li Pirdê hêzên Pêşmerge bersiva êrîşeke DAIŞê da

Li Pirdê hêzên Pêşmerge bersiva êrîşeke DAIŞê da

.

A+A-

Çavkaniyekî berpirs ê ji hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê li Mîhwera Pirdê diyar kiriye; îşev hewleke nêzîkbûnê ya çekdarên DAIŞê, ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hat têkbirin.

Li bilindahiyên Zurgeziraw ên li Mîhwera 5 a rojavayê Kerkûkê li Pirdê, îşev di saet 22:45an de, hejmarek çekdarên DAIŞê hewl dan nêzîkî sengerên Pêşmerge bibin, lê belê Pêşmerge bersiva wan da û çekdarên DAIŞê reviyan.

Fermandarê Fewca 2 ya Lîwaya 10 a Hêzên Pêşmerge Piştîwan Yûsif eşkere kiriye; çekdarên DAIŞê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatin dîtin û gulle li ser wan hatin reşandin û çekdar reviyan.

Piştîwan Yûsif eşkere kir, niha rewş aram e û hêzên Pêşmerge di rewşa amadebaşiyê de ne û niha hêzên Pêşmerge pişkinînê li cihê çekdaran dikin, da ku bizanin çekdarên êrîşkar ên hatine kuştin û birîndar bûne hene an na.

Herwiha destnîşan kir, tu ziyan negîhiştiye hêzên Pêşmerge.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin