Li pêş NYê ya Hewlêrê bi xwepêşandanekê Îran hat şermezarkirin! -VÎDYO-

Li pêş NYê ya Hewlêrê bi xwepêşandanekê Îran hat şermezarkirin! -VÎDYO-

Îro 12ê Îlonê, li Hewlêrê li pêş binkeya Netewên Yekbûyî bi beşdariya beşek ji partî, rêxistinên siyasî û çalakvanên sivîl ên çar parçeyên Kurdistanê, êrîşa Îranê ya li partiyên rojhilata Kurdistanê û darvekirina çalakvanên kurd hatin şermezarkirin.

A+A-

Di wê xwepêşandanê de ku li ser bangawaziya nûnertiya beşek ji partî û aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê birêve çû, beşdarvanan wêneyên şehîdên bombebarana Koye û çalakvanên siyasî yên hatine darvekirin bilind kirin û dirûşmên dijî Îranê bilind kirin û siyaseta wê hikûmetê ya dijberiya kurd şermizar kirin.

Herwiha nûnertiya partiyên Rojhilata Kurdistanê daxuyaniyek dan û daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî, nûnertiya Yekitiya Ewropayê ya li Herêma Kurdistanê û konsolxaneyên welatên derve yên li Kurdistanê û alîgirên mafê mirovan kirin ku li hember êrîşên Îranê ya ser binkeyên HDK û PDKΠyê û herwiha darvekirina çalakvanên siyasî yên Rojhilata Kurdistanê bêdeng nemînin û li dijî û siyaseta Îranê rawestin.

Herwiha partî û aliyên siyasî yên di çalakiyê de amade bûn ên çar parçeyên Kurdistanê peyama xwe xwendin û piştre çend kesek wek nûnerên wê çalakiyê daxwazên nivîskî radestî binkeya Netewên Yekbûyî yê li herêma Kurdistanê kirin.

Di xwepêşandanê de Endamê Komîteya Navendî yê PDKÎ Mihemed Salih Qadirî axaftinek kir û bangî UNê kir ku rê li ber êrîşên Rejîma Îranê bigire.

Di xwepêşandanê de Endamê Komîteya Birêvebiriya Navendî û Berpirsyarê Başûrê Kurdistanê yê PAKê Orhan Kaya jî axivî. 

Kayayî got: "Îro Komara Îranê teror biriye ser xaka Kurdistanê. Xaka Kurdistanê binpê kiriye. Li dijî hikûmraniya Kurdistana Başûr tevdigere. Ev ne yek e ne dido ye, îro sebeba komcivîna me, terora Cumhurê Îranê ye. Em terorê lanet dikin, şermezar dikin, ew nikarin me bi teroran xilas bikin. Ev jî îşareta wê ye ku em li virê kîn û nefretên xwe tînin zimên. Divê gelê Kurdistanê li her qadê li dijî terora rejîma îranê li hevdu bigirin, yekdeng bibin, yek helwest bibin."

 

orhanwÊne1-001.jpgorhamwÊne2-001.jpgorhanwÊne3-001.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin