Li peravên Sûriyeyê keştiyeke penaberan noqî avê bûye: 34 kes mirine

Li peravên Sûriyeyê keştiyeke penaberan noqî avê bûye: 34 kes mirine

.

A+A-

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê aşkere kiriye ku li peravên Sûriyeyê, keştiyeke penaberan noqî avê bûye û di encamê de bi kêmanî 34 kes mirine.

Li gorî nûçeya BBC Tirkiyê ya ji medyaya Sûriyeyê ragihandiye, rayedarên sûriyeyê aşkere kiriye ku, keştî Minyetê, bajarê nêzîkî Trablûsa Libnanê bi rê ketiye. Keştî li peravên Sûriyeyê noqî avê bûye. 20 kes rizgar bûne û dermankirina wan li bajarê Tartûsê yê Sûriyeyê, li nexweşxaneyê dewam dike.

Rayedaran diyar kiriye ku li gorî zanyariyên kesên rizgarbûyî dane, di keştiyê de di navbera 120 û 150 penaber hebûn.

Tartûs li peravên Behra Spî ye û 50 kîlometre li bakurê Trablûsê dikeve.

Ajansa Anadolûyê ji Sham FMa Sûriyeyê ragahindiye û gotiye ku li gorî zanyariyên despêkê, welatiyên Filistîn, Libnan û Sûriyeyê di keştiyêdebûn. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî (KBPN) di 10ê Hezîrana 2022yê de daxuyaniyek weşandibû û gotibû ku hejmara penaberên ji ser Behra Spî diçin Ewropayê, ji sala 2015ê û vir ve kêm bûye lê hejmara penaberên di rê de dimirin, zêde bûye:

"Ji sala 2015ê ya zêdetirî 3 milyon penaber û koçber ji Behra Spî ber bi Ewropayê ve çûne heta niha, hejmara kesên derdikevin vê rêwîtiyê kêm dibe ku beriya pandemiya Covid-19ê destpê kiribû. Di sala 2021ê de 123 hezar û 300 kes derbas bûne. Ev hejmar di sala 2020ê de 95 hezar û 800, di sala 2019ê de 123 hezar û 700 û di sala 2018ê de jî 141 hezar û 500 bû.

"Par li Behra Spî û li bakurê rojavayê Atlantîkê 3 hezar û 231 kes mirine yan jî winda bûne. Ev hejmar di sala 2020ê de zêdetirî hezar û 881, di sala 2019ê de hezar û 510, di sala 2018ê de jî 2 hezar û 277an bû." 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin