Li Parlamentoya Iraqê budceya sala 2021ê hat pesendkirin

Li Parlamentoya Iraqê budceya sala 2021ê hat pesendkirin

.

A+A-

Parlamentoya Iraqê temamê birge û madeyên projeyasaya budceya giştî ya sala 2021ê pesend kir. 

Parlamentoya Iraqê hemû birge û madeyên projeyasaya budceya giştî ya sala 2021ê pesend kir.

Peyamnêrê Kurdistan24ê Şivan Cebarî ragihand; civîna Parlamentoya Iraqê ya ji bo pesendkirina projeyasaya budceya giştî ya sala 2021ê ya Iraqê bi dawî bû û hemû birge û madeyan bi piraniya dengên parlamenteran hat pesendkirin.

Herwiha fermangeha medyayê ya Parlamanetoya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand; rûniştina bê ya parlamentoyê di 10ê meha bê de dê birêve biçe.

Êvara îro Parlamentoya Iraqê ji bo dengdana projeyasaya budceya sala 2021ê civiya û her du madeyên 10 û 11 yên projeyasayê ku li ser para Herêma Kurdistanê ya di budceya giştî de bû, bi piraniya dengan hat pesendkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin