Li Parîsê Lûtkeya Avûhewayê bi awayê online bi rê ve diçe  

Li Parîsê Lûtkeya Avûhewayê bi awayê online bi rê ve diçe  

.

A+A-

Civîna Lûtkeya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya di derbarê avûhewayê, di pêncemîn salvegera îro ya îmzekirina Rêkeftinnameya Avûhewa ya Parîsê de, bi awayê online bi rê ve diçe.

Li gor zanyariyan, biryar e di civînê de behsa pêşvebirina bilez a enerjiyên nûbûyî, zêdekirina weberanîna çavkaniyên enerjiya siruştî û kêmkirina derbûna gazên germ bê kirin.

Rêkeftina avûhewa ya Parîsê, welatên beşdar neçar dike ku derbûna gazên germker kêmbikin, heta ku dawiya vî sedsalî germaya zevî kêmtirî ji sedî du pileyan bilind bibe û 5 salên piştî rêkeftinê, hikûmetên wan welatan nikarîbûn wek pêwîst armancan pêk bînin.

Yekîtiya Ewropayê, tenê rojekê berî civîna Lûtkeya Neteweyên Yekbûyî, dixwest bibe serkirdeya rûbirûbûna guhertina avûhewayê. Piştî gotûbêjeke zehmet, karîbû rêkbikeve heta sala 2030î rêjeya derbûna gazên germker bi rêjeya ji sedî 55 kêm bike.

Li gor naveroka Rêkeftina Avûhewayê ya Parîsê, divê her welatekî beşdar di dawiya her salekê de plana xwe bo parastina avûhewayê pêşan bide, û tê de diyar bike ku çi pêngav wergirtiye bo kêmkirina derbûna gazên gerimker.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin