Li Parîsê kiryara terorî

Li Parîsê kiryara terorî

Polîsek hatîye kuştin û polîsek jî birîndar bûye

A+A-

Li paytexta Fransayê Parîsê li Cadeya Şanzelîzeyê êvara Pêncşemê saet 21.00 de êrişeke çekdarî pêk hatîye. Polîsê Fransa ragihandîye, du kesên çekdar li cadeya Şanzelîzeyê teqe li polîsan kirine û di encamê de polîsek hatîye kuştin û polîsek jî birîndar bûye.

Herwiha Polîsê Fransa daye xuyakirin, ku polîsan bersiva teqeya kesên çekdar daye û di encamê de êrişkarek hatiye kuştin. Û li gor polis gotîye ev kiryareka terorî ye!

Cadeya Şanzelîzeyê ji trafîkê re û metroyên George V Franklin Roosevelt û Champs-Elysées-Clemenceau hatine girtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin