Li Parîsê Baxçeyê Yılmaz Güney

Li Parîsê Baxçeyê Yılmaz Güney

Navê hunermendê navdar Yılmaz Güney, li ser pêșniyaza Enstîtuya kurdî ya Parîsê û bi biryara yekdengî ya Konseya Parîsê li bexçeyekî Parîsa 10an hate danîn.

A+A-

Konseya Parîsê, li ser pêșniyaza Enstîtuya kurdî ya Parîsê, di rûniștina xwe ya 28ê adara 2017an de, bi yekdengî biryara rêzgirtina bîranîna sînemavanê mezin ê kurd Yılmaz Güney ku bi fîlmê xwe yê Rê / Yol xelata palmiyeya zêrîn di festîvala Cannesê ya 1982yan wergirtibû da û navê wî da baxçeyekî li Parîsa 10an. Bexçeyê hunermendê navdar Yılmaz Güney, di 30ê hezîrana 2017an de, li ‘8 impasse Bonne Nouvelle, Paris 10e’ saet di 12an de hat vekirin. Heskirên sînemavanê Kurd, Yılmaz Güneyê ku 1984an de, ji ber nexweșiya penceșêrê di 47 saliya xwe de koça dawîn kiribû ji bo vê vekirinê hatibûn vexwendin û wan jî di vê roja wî ya xweș de ew bitenê nehiștin. Di vekirinê de, tevî ku baran jî dibariya li gel girseyeke bi coș, Serekê Șaredariya 10an a Parîsê Rémi Feraud, Cîgira Sereka Șaredariya Mezin a Parîsê Anne Hidalgo, Penelope Komites, Serekê Enstîtuya kurdî ya Parîsê Kendal Nezan, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Parîsê Elî Dolemarî, hunermedê sînema yê Yûnanî, Costa-Gavras, jina Yılmaz Güney, Fatoș Güney, dengbêj Farqîn û koma xwe ya muzîkê û gelek kesên naskirî amade bûn. Di civînê de Rémi Feraud, Kendal Nezan û Costa-Gavras peyivîn û bal kișandin ser kesayetî, aktorî, derhênerî, senarîstî, roman û çîroknivîsî û têkoșeriya hunermendê navdar Yılmaz Güney a di warê azadî, demokrasî û danasîna mafê gelê Kurd de. Pașê jî hunermed Farqîn û koma muzîkê civîn bi muzîk û awazên xwe șên kirin. Pîștî vekirinê jî, li Komeleya Meydanên Navneteweyî li ser navê hunermendê mezin xwarin hate dayin û pêșangeya afîș û wêneyên wî hate vekirin.

Parîs / Yaqûb Karademir

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin