Li PAKa Stenbolê Seyîd Riza hate bibîranîn

Li PAKa Stenbolê Seyîd Riza hate bibîranîn

Doh 11ê Mijdarê, li Teşkîlata Partiya Azadiya Kurdistanê, bi hilkefta salvegera şehadeta Seyîd Rizayî, Cîgirê Serokê PAKê û weşanger Mehmet Gül û nivîskar û lêkolîner Cemal Taş, li ser têkoşîn û şehîdkirina Seyîd Rizayî semîner dan.

A+A-

Semîner bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê destpê kir û Cîgirê Serokê PAKê Kasım Ergün axaftinek kir.

Ergünî, bi taybet girîngiya xwedîlêderketina şehîdan û sedemên têkçûna serhildanên Kurdistanê sekinî.

Piştî Ergünî, Cîgirê Serokê PAKê û weşanger Mehmet Gül, semînerek pêşkêşî guhdarvanan kir. 

Mehmet Gül, bi taybet hêla siyasî ya têkbirina têkoşîna Seyîd Rizayî nirxand û got: Seîd Riza û hevalên wî, cangoriya siyaseta TCyî ya li ser tunekirina miletê Kurd in û sekna Seyîd Riza û hevalên wî di têkoşîna man û nemanê ya miletê Kurd de xwediyê cihekî taybet e, ku neyarên wan jî rêz li wan girtine."

Piştî Mehmet Gül, nivîskar û lêkolîner Cemal Taş,  li ser serhildana Dêrsimê, encamên wê yên siyasî û bi taybet kesayet û malbata Seyîd Rizayî zanyariyên giranbuha dan.

Elaqeyeke berbiçav li van herdu semînerên Mehmet Gül û Cemal Taşî hatibû kirin û bi beşdariyeke girseyî Seyîd Rizayî û hevalên wî û şehîdên komkujiya Dêrsimê bi hestiyarî hatin bibîranîn.

stenbol1-001.jpgstebnol2.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin