Li PAKa Batmanê komcivîn

Li PAKa Batmanê komcivîn

Şaxa Batmanê ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi hilkefta Roja Alayê, salvegera rûxandina Komara Mahabadê û Bûyera 49an komcivînek li dar xist.

A+A-

Di dîroka kurd û Kurdistanê de 17ê Berfanbarê bi sê taybetiyên xwe, rojeke girîng e. Li aliyekî 17ê Berfanbarê Roja Alayê ya alaya Kurdistanê ye, li aliyekî salvegera rûxandina Komara Kurdistanê ya Mahabadê û li aliyekî din jî dîsa salvegera Bûyera 49an e.

Bi van hilkeftan, Rêxistina PAKa Batmanê komcivînek li ser her sê mijaran li dar xist. 

Piştî Silêman Baravî axaftina vekirinê kir û bi kurtasî li ser van her sê babetan sekinî, beşdarvan, deqeyek rêzgirtinê bo şehîdên Kurdistanê girt. 

Dûvre avaftvan Evîndar Tekin, dîroka alaya Kurdistanê vegot û got 'Ji 3000 hezar sal beriya zayînê û vir de, her çar rengên vê alayê diyarkirî ne û her yek ji wan xwediyê wateyeke olî, çandî û neteweyî yên kurdan e. Rengê, sor, xwîna şehîdên Kurdistanê û Xwedavend Îştar sembolîze dike, rengê kesk sirûşta Kurdistanê û her wisa Xwedayê baranê û şînahiyê Baal, rengê zer jî sembola tavê û Xwedayê tavê Tammûz sembolîze dike. Rengê sipî jî di kevintirîn ola kurdan Êzdiyatiyê de sembola pakî û aştîxwaziya netewa kurd sembolîze dike."

Tekin da zanîn cara ewil, di sala 1920an de ji hêla Kürdistan Tealî Cemiyetî ve, di kovara wan 'Jîn'ê de, reng û sembola alaya Kurdistanê hatiye diyarkirin û cara pêşî di serhildana Şêx Seîdê nemir de jî hatiye bilindkirin."

Tekin her wisa behsa damezirandin û rûxandina Komara Kurdistanê ya Mahabadê kir û ji hin deqên dîrokî anektod di derbarê Pêşewa Qazî Mihemed de parve kir û wesiyeta wî xwend. 

Piştî Tekin, Seydayê Gurdilî (Mele Îmadettin Yetîz) jî qala bûyera 49an kir û van kesên di bûyera 49an de hatibûn girtin nav bi nav xwendin û danasîna wan kirin.

batman-002.jpgbatttmannn.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin