Li Nisêbînê, li Gundê Xerabê Bava çi dibê?

Li Nisêbînê, li Gundê Xerabê Bava çi dibê?

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê li Xerabê Bava (Korukoy) a gundê Nisêbîna Mêrdînê daxuyanî da.

A+A-

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê li Xerabê Bava (Korukoy) a gundê Nisêbîna Mêrdînê daxuyanî da.

”Li gorî agahdarîyên heyî, li Xerabê Bava(Korukoy) a gundê Nisêbîna Mêrdînê, gund 11e roje hatiye dorpêç kirin, îşkence li xelkê vî gundî tê kirin.

Dîsa li gorî agahdarîyên heyî, hinek kes dibêjin 5, hinek jî dibêjin yek kes hatîye kuştin.

Herweha behsa destdirêjî ya li jinan tê kirin û hemû zilamên vî gundî hatine binçavkirin û nayê zanîn ku li ku derê ne.

Em bangî hemû rêxistinên mafê mirovan , sîyasetvan û rewşenbîran dikin ku zûtirîn wext li gelê me yê Korûkoyê xwedî derkevin û rastîya rûdawê aşkere bikin.

Em bangî Dewleta Tirkîyê dikin ku dest ji van rê û rêbazên nemirovane berdin. Di tarîxa xwe ya 94 salî de Dewleta  tirkîyeyê bi dehan caran zilmên bi vî rengî pêk anîye;lê tu zilm û zordarîyê nekarîbûye rê li ber doza azadîya gelê me bigire.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin