Li Myanmarê leşkeran bi îşkenceyê rojnamegerek kuştiye

Li Myanmarê leşkeran bi îşkenceyê rojnamegerek kuştiye

.

A+A-

Koe Soe Naing û hevpîşeyekî xwe roja înê, dema ‘greva bêdeng’ a dijberên derbeyê dişopandin, polîsan ew desteser kiribûn.

Koe Soe Naing, nûçegîhanê fotografan ê li Myanmarê li ser hesabê xwe kar dikir, hefteya borî dema çalakiyên protestoyî dişopand, leşkeran ew desteser kiribû. Naing dema desteserkirî bû, miriye. 

Hevpîşe û hevalên wî gotiye ku Naing, ji ber îşkenceyê miriye. 

Hevpîşeyên wî diyar kirine ku Naing piştî desteser bûye, birine navendeke jêpirsîna leşkerî ya li bajarokê Botahtaunga Rojhilat a Yangonê. Ji malbata Naingî re gotine ku kurê wan li nexweşxaneyeke leşkerî ya li Mingaladonê miriye. 

Zaw Tunê ku ji bo Agence France-Presse (AFP) û çendîn saziyên medyayê kar dike, tevlî Soe Naingî hatiye hatibû desteserkirin. Zaw Tuneyî gotiye ku cesedê rojnamegerê hatiye kuştin, duh serê sibê dane malbata wî. 

Soe Naing, roja 10ê Kanûna Pêşiyê li bajarê Yangonê tevlî hevpîşeyekî xwe çalakiya “greva bêdeng” dişopand. Çalakî li ser banga dijberên darbeya leşkerî pêk dihat. Naing dema fotografên çalakiyê digirt, hatibû desteserkirin. Naing zewciye û bavê zarokekê/î çar salî ye. 

Li Myanmarê derbeya leşkerî û rojnameger 

Li Myanmarê di sala 2020an de hilbijartina giştî pêk hat û piştî wê îdia bû ku di dema hilbijartinê de fen û fût hatine kirin. Li ser vê rewşê krîzeke siyasî li welêt rû da. Artêşa Myanmarê di 1ê Sibatê de dest danî ser rêveberiyê. Aung San Suu Çii, Wezîrê Karûbarên Derve wê demê li şûna serokwezîrî serokê Myanmarê bû. Ew û gelek rayedar û rêveberên partiya desthilat hatibûn desteserkirin û ji bo salekê Rewşa Awarte hatibû ragihandin. 

Artêşa Myanmarê li dijî çalakvanan û komên serhildêr bi çekan midaxele kiribû û di encamê de heta niha 902 kes mirine, bi hezaran kes hatine desteserkirin. 

Li gorî Saziya Alîkariya bi Girtiyên Siyasî re (AAPP) li welêt ji roja derbeyê heta niha hezar û 399 kes mirine, nêzîkî 11 hezar kes jî hatine desteserkirin. 

Li welêt xwenîşandanên girseyî dewam dikin û dadgehkirina rayedarên payebilind ên hikûmetê li dadgehên leşkerî dewam dike. 

li gorî zanyariyên ku RSFyê weşandiye, li Myanmarê niha 57 rojnameger girtîne. 

Li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî ya RSFyê di serê 2021an de weşandiye, Myanmar, di nava 180 welatan de di rêza 140î de ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin