Li Myanmarê hejmara miriyan derketiye 805 kesan

Li Myanmarê hejmara miriyan derketiye 805 kesan

.

A+A-

Li Myanmarê di çalakiyên li dijî darbeya leşkeri de heta niha 805 kes mirine.

Li gorî rapora rojane ya ku Saziya Alîkariya Girtiyên Siyasî weşandiye, li Myanmarê di 24 saetên dawî de 3 kesên din mirine.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku hejmara miriyan derketiye 805 kesan. Her weha 4 hezar û 146 kes jî desteserkirî ne.

Derbarê hezar û 722 kesan de jî biryara desteserkirinê heye.

Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, li eyaleta Şanê ku li ser sînorê Çînê ye Artêşa Serxwebûnê a Kachînê(KİA) ku li dijî darbeye ye, tankerên ku petrol ji bo artêşa Myanmarê dibin, dide sekinandin û dişewitîne.

Naw Bû, rayedarê enformasyonê yê KİAyê ji rojnameya The Irrawaddyê re axiviye û gotiye, wan bi giştî 5 tankerên petrole şewitandine û zerar nedane seyaqên sivîl.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin