Li Mûşê qedexe

Li Mûşê qedexe

Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, bi biryara parêzgar bo dema 15 rojan qedexeya xwepêşandan, meş û civînan hat ragihandin.

A+A-

Parêzgariya Mûşê di daxuyaniyekê de ragihand, ku li sînorê wê parêzgehê xwepêşandan, meş, mîtîng û civîn hatine qedexekirin.

 

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, ku ew qedexe dê heta 15 rojan bidome.

 

Parêzgariya Mûşê amaje bi operasyonên hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê yên li dijî “rêxistinên terorê”, li nav sînorê Tirkiyê û li derveyî sînorî wî welatî û herwiha serkevtîbûna wan operasyonan kiriye û daye xuyakirin, ji bo rêgirtina ji bikaranîna xwepêşandan û çalakiyên din ên sivîl ji aliyê “rêxistinên terorê” ve, û ji bo ku ew çalakî ji bo “provokasyon û propagandaya rêxistinên terorê” neyên bikaranîn, biryara qedexeyê hatiye ragihandin.

 

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku rêxistinên neyasayî û baskên wan li ser platformên cuda yên medyaya civakî, ji bo lidarxistina çalakiyan û tundûtîjiyê bangewaziyan dikin û ji bo parastina ewlehî û seqamgîriya parêzgehê û can û malê welatiyan, ew tedbîr hatiye wergirtin.

 

Ew yek di demekê de ye, ku li parêzgeha Mêrdînê jî bi biryara parêzgar hemû cor çalakî li sînorê wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê ji 16ê Îlonê ve heta mehekê hatine qedexekirin.

 

Herwiha li parêzgeha Colemêrgê jî biryara qedexekirina hemû core çalakiyên weke xwepêşandan, meş, mîtîng û kombûnên nerazîbûnê hatiye ragihandin, ku li wê parêzgehê jî qedexe heta mehekê dom dike.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin