Li Mûşê polêsan gule barandin otomobîlekê: 5 kes can da

Li Mûşê polêsan gule barandin otomobîlekê: 5 kes can da

Li Mûşê polêsan gule barandin ser otomobîleke ku ketibûn şopa wê û 5 kes kuştin. Dîmenên bidestxistî de diyar dibe; fermana lêxistinê bo kesên bêçek û teslîmbûyî hatiye dayîn.

A+A-

Li Gimgima navçeya Mûşê, 5 kesên di otomobîleke ku polêsan ketibû pey wê hatin kuştin. Hate ragihandin 2 ji wan jin, ew 5 kes digel ku bêçek bûn û teslîm bûbûn hatin qetilkirin.

Di daxuyaniya Fermandariya Cendirmeya Bajêr de, tê gotin ew 5 kes di şer û pevçûnê de hatiye kuştin.

Lê di vîdyoya belavkirî de dixuyê, ti şer û pevçûn di nav herdu aliyan de derneketiye, polêsan gule berdane ser 5 kesên ku bêçek in û teslîm bûne. Herwiha yek ji polêsên di nav zirxpoşê de dibêje "va teslîm bû, lê nexiné jî, fermandar fermana guleberdanê dide. 

Di vîdyoyê de dixuye ku, bi demeke dirêj polêsan gule dibarînin ser otomobîlê û lastîkan diteqînin. Piştî otomobîl disekine, ajokar, herdu destên wî di ser de, peya dibe û ji wir direve.

Dûre, zirxpoş, berê xwe dide otomobîlê û guleyan berdidê û piştî kesê din jî peya dibe, guleyan berdidin ser wî û ajokarî û herdu jî dikujin.

Hat ragihandin piştî dîmen hatiye birrîn, kesekî bi navê Yusuf Ok jî ji di cih de tê kuştin. Ok, bavê 4 zarokan e û karkerê înşeateê ye. 

Hate gotin ku li ser giliyê gundiyan Cendirme derbasî herêmê bûne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin