Li Mûşê lehî rabû: 2 mirî

Li Mûşê lehî rabû: 2 mirî

Li navçeya Tîlê ya Mûşê ciwanek astengdar û zarokeke ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan.

A+A-

Ji ber barana gij li zozanê girêdayê gundê Balkir a navçeya Tîlê ya Mûşê lehî rabû. Hat diyarkirin ku ciwanê astengdar Ferhat Yayman (17) û zaroka 15 salî Osman Yener ketin ber lehiyê û jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin ku cenazeya Ferhat Yayman kîlometro dûrê ku ketibû ber lehiyê hat dîtin. Cenazeyê Osman Yener jî di encama lêgerînên tîmên rizgarkirinê de hat dîtin.

Hat eşkerekirin ku ji ber lehiyê jî gelek ziyan pêk hatin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin