Li Mûşê berf heta 8 metreyan bariye

Li Mûşê berf heta 8 metreyan bariye

.

A+A-

Li hin navçeyên Mûşê yên bilind û çiyayî nêzî 8 metreyan befir bariyaye û li riya  352 gundan hatiye girtin
 
Li hin navçeyên Mûşê yên bilind û çiyayî nêzî 8 metreyan befir bariyaye û li riya 352 gundan hatiye girtin.

Zêdetirî heftiyekê ye li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê bênavber befir dibare. Li hin cihên bilind û çiyayî jî nêzî 8 metreyan befir bariya ye.

Tîmên şaredariya Mûşê hewl didin riyên çûnûhatina gundan yên ligel navçe û bajaran vekin.

Tîmên paqijkirina riyan li hin cihan dikarin di nava demjimêrekê de tenê 15 metreyan ji berfê paqij bikin.

Hat zanîn ku heta niha riya 352 gundên Mûşê ji ber barîna berfê hatine girtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin