Li Mûşê 15 roj qedexe!

Li Mûşê 15 roj qedexe!

Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê tenê rojek piştî hilbijartinên herêmî, civîn, xwepêşandan û civînên çapemeniyê heta 15 rojan hatin qedexekirin.

A+A-

Walîtiya Mûşê duh Duşemiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku civînên çapemeniyê, kombon û xwepêşandan li tevahiya vê parêzgehê hatine qedexekirin. Ragihandina qedexeyê li Mûşê di demekê de ye, ku tenê 2 roj bi ser hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê re derbas bûye.

Di daxuyeniyekê de ku li ser malpera Walîtiya Mûşê hatiye belavkirin, tê gotin ku zanyarî di destê wan de hene ku dê ji aliyên rêxistinên terorîstî ve çalakiyên tevliheviyê li Mûşê bêne sazkirin, lewma biryara qedexekirina hemû core çalakiyên weke civîn, xwepêşandan, meş û civînên çapemeniyê tên qedexekirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin