Li Mûş û Çewligê rêyên 30 gundan ji ber berfê hatin girtin

Li Mûş û Çewligê rêyên 30 gundan ji ber berfê hatin girtin

Li herdu bajarên Mûş û Çewliga Bakurê Kurdistanê rêyên 30 gundan ji ber berfê hatin girtin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li bajarokê Gimgimê (Varto) ser bi parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, piştî baraneke zêde berfê destpê kir û rêyên 20 gundên bajarok ji berfê hatin girtin.

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê berf dibare û bandoreke nerênî li jîyana rojane ya welatîyan kirîye. Vê sibê li Gimgimê dikandaran bi paqijkirina berfê û pêxistina sobeyan dest bi karên xwe kirin.

Li navenda bajêr nêzêka 20 santîmetre berf barîya ye û li deverên çîyayî jî 20 santîmetre derbas kirîye.

Berpirs û alîyên peywendîdar, daxwazê ji welatî û tîmên paqijkirina rêyan dikin ku bi hestyarî tevbigerin. Rêveberê Îdareya Taybet a Bajarok Îmam Karahan, da zanîn ku li navçeyên gundên Kaygintaş û Omcali yên Gimgimê rêyên 20 gundan hatine girtin, tîmên peywendîdar dê dest bi vekirin û paqijkirina rêyan bikin.

Li Kanîreşa Çewligê ji ber pûk û berfê rêyên 10 gundan hat girtin

Li bajarokê Kanîreşê ser bi parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê şevê din berfê destpê kir û vê sibê jî pûkê cihê wê girt. Di encam de rêyên 10 gundên ser bi bajarok hatin girtin û kar û barên vekirina rêyên gundan berdewam in.

Li navenda bajarokê Kanîreşê şevê din berfê destpê kir û vê sibê jî pûkê şûna wê girt. Li bajarok zêdeyî ‎‎10 santîmetre berf barîya û xwendekaran ancex ligel dayîk û bavên xwe karîn biçin dibistanê.

Hat ragihandin ku kar û barên tîmên şaredarîyê yên paqijkirina berfê berdewam in û rêyên 10 gundan jî hatine girtin. Herwiha bo vekirina rêyên gundan kar û xebatên tîmên ser bi Îdareya Taybet a Bajarok berdewam in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin