Li Minbicê teqîn!

Li Minbicê teqîn!

Li bajarê Minbicê yê bakurê Sûriyê teqînek çê bû û li gor agahiyên destpêkê, 2 serbazên Amerîkî û leşkerek ji HSDê û 9 sivîl canên xwe ji dest dan.

A+A-

Hate ragihandin li ber xwaringeheke li taxa Sindisê ya Minbicê ku Hevpeymaniya Navdewletî li wê herêmê digel Hêzên Sûriya Demokratîk gera çavdêriyê dikin teqînek rûda.

Li gor ahagihên destpêkê 2 leşkerên Amerîkî û şervanek ji Hêzên Sûriya Demokratî HSD canê xwe ji dest dane.

Herwiha li gor agahiyên destpêkê di teqînê de herî kêm 9 sivîl jî jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 20 kes jî birîndar bûne.

Hate ragihandin birîndarên leşkerên Amerîkî bi firokeyan ji herêmê hatine veguhestin lê li ser rewşa wan ti agahî nehat parvekirin.

Hat gotin rêxistina DAIŞê vê êrîşa xwekujiyê li xwe girtiye.

 

 

...

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin