Li Minbicê Rûsya û HSDê dest bi gera hevbeş kir

Li Minbicê Rûsya û HSDê dest bi gera hevbeş kir

Encûmena Leşkerî ya bajarê Babê ku ser bi Hêzên Sûriyeya Demokraîtk (HSD) ve ye, li navçeya El-Erîme ligel hêzên Rûsî dest bi dewriyeyên hevbeş kiriye.

A+A-

Hat ragihandin, ku dewriyeyên hevbeş di navbera wan û hêzên Rûsya de, li navçeya El-Erîme, ku dikeve rojavayê bajarê Minbicê, ketine gerê û dest bi çalakiyê kirine.

Hat diyarkirin, ku dewriyeyên hevbeş ên hêzên ser bi HSDê û hêzên Rûsyayê de dest bi çalakiyên xwe kirine.

 

Ev yek di demekê de ye, ku li wê navçeyê, li aliyê Minbicê dewriyeyên Hevpeymaniya Navdewletî ligel Encûmena Leşkerî ya Minbicê hene, û li aliyekî din jî dewriyeyên Tirkiyê ligel hêzên opozisyona Sûriyê di tevgerê de ne. Her li wan navçeyan jî hêzên Rûsî ligel hêzên hikûmeta Sûriyê hene.

 

Rewşa navçeyên El-Bab û Minbicê li bakurê Sûriyê heta niha di jêr metirsiyê de ye û rewş nearam e.

 

Pêştir jî di rojên destpêkê yên sala nû (2019) de, Encûmena Leşkerî ya Babê ragihandibû, ku li ser bangewaziyên xelkê Babê amadekarî tên kirin, da ku Bab ji destê hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyonê were rizgarkirin

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin