Li Minbicê fermandarekî payebilind çû serdana HSDê: Em daîm bi we re ne!

Li Minbicê fermandarekî payebilind çû serdana HSDê: Em daîm bi we re ne!

Di demeke ku di navbera Amerîka û Tirkiyê de li ser Minbicê rageşî hene, yek ji fermandarê herî payebilind ê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Paul E. Funk serdana Minbicê kir û got: “Em ji herêmê venakişin.”

A+A-

Yek ji Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Paul E. Funk ligel şandeke artêşa Amerîkayê serdana navçeya Minbicê kir û ligel Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş civiyan.

 

 

Li gor medya Tirkiyê Generalê payebilind Paul E. Funk di serdana xwe de tekez kir ku ji bo jinavbirîna DAIŞê dê li bajarê Minbicê bimînin. Funk herwiha gotiye ku ji bo piştgiriya hevalbendên xwe yên Kurd bikin dê li herêmê bin.

 

Li ser pirsa “Gelo operasyona artêşa Tirkiyê ya ser Efrînê metirsiyê bo wê çêdike yan na?” wiha bersiv da: “Na, ti metirsiyên me nînin. Di ferhanga min de metirsî nîne, karê min şer e.”

 

 

Generalê Amerîkî hevdîtinek ligel Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş jî pêk anî. Paul E. Funk di heman demê de da zanîn ku baweriya wî bi Rêveberiya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) tê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin