Li Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê jin tên tacîzkirin

Li Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê jin tên tacîzkirin

.

A+A-

Şaxa SES’ê ya Amedê da zanîn ku jinên li Midûriyeta Bajar a Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê rastî tacîzê hatine, bi awayekî derhiqûqî cihê wan hatiye guherandin, li ser xebatkaran mobbîng tê kirin û rastî gefan tên.

Şaxa Sendîqeya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Amedê têkildarî pirsgirêkên li xizmetên civakî tên jiyîn, li pêşiya Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê daxuyaniyek da. Hevserokê Şaxa SES’a Amedê Şiyar Guldîken di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku bi salane li midûriyetê di navbera 5-10 kesan de şerê desthilatdariyê heye û wiha got: “Xebatkarên jin, hatine tacîzkirin. Gelek daxwazên lêpirsînê hene lê derheqê yek ji van bûyeran de lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Lêpirsînên heyî jî vedişêrin. Kesên derheqê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin jî hêj li ser karê xwe ne. Ji vê saetê û şûnde kî aramiya me xerab bike, em jî dê aramiya wan xerab bikin. Heke guh nedin daxwazên me, em ê her roj bên pêşiya midûriyetê.” 

ÎDIAYÊN TACÎZÊ

Hevseroka Şaxa SES’a Amedê Yildiz Ok Orak jî da zanîn ku xwestin têkildarî nelirêtî, mobbîng, bi awayekî derhiqûqî guherandina cihê xebatkaran, tacîzên li jinan tên kirin, binpêkirina mahremiyeta zarokên di bin lênihêrînê de û hwd. bi midûrê Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê Mûzaffer Akçam re hevdîtinê bikin lê ev daxwaza wan hatiye redkirin. Orak got ku Akçam hewl dide van sepanên li dijî jinan, nelirêtî û diziyan binixûmîne û wiha dom kir: “Gelemperiya lêpirsînên derheqê tacîzên li jinan hatine kirin, vedişêrin. Ji van tacîzkaran gelek jê hêj niha jî li ser karê xwe ne. Cihê jinên rastî tacîzê hatine tê guherandin û zext lê tê kirin ku ji giliyê xwe lê ve bibin.” 

MOBÎNG, ZEXT Û GEF

Orak, diyar kir ku li saziyê şerê desthilatiyê heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her rêveberê nû weke ku tolê ji xebatkaran hilîne, cihên wan diguherîne. Lê belê dizî û nelirêtiyên alîgirên xwe jî vedişêre. Xebatkar rastî zext, gef û mobîngê tên. Midûrê saziyê bêyî destûra keçên di bin lênihêrînê de lêgerînê dike. Bi vê yekê jî sûcê binpêkirina mehremiyetê dike. Li pêş çavên zarokan, li xebatkarên jin diheytîne û dişikîne. Tevî biryara Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê jî, bi Nûnertiya TUGVA ya Amedê re protokol hatiye mohrkirin. Qada zarokan ji kesên nepispor re hatiye vekirin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin