Li Mêrdînê serokên komeleyên Suryaniyan hatine desteserkirin

Li Mêrdînê serokên komeleyên Suryaniyan hatine desteserkirin

.

A+A-

Li Êlih û Mêrdînê, di serdegirtinên malan de hevserokên HDPyê û serokên komeleyên Suryaniyan jî di nav de 10 kes hatine desteserkirin.

 

Li Mêrdînê di çarçoveya lêpirsîneke ji ber xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî a Mêrdînê ve hatibû destpêkirin de polisan li navçeyên Dêrik, Qoser, Midyad, Şemrex û Mehsertê bi ser malan de girtine û gelek kes desteser kirine. 

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di serdegirtinên malan de Hevseroka HDPê ya Navçeya Dêrikê Selma Ozcan, rêveberên HDPê Şenol Şan, Tevfîk Akyol, Dersim Yavûz û Diyar ku paşnavê wî nehatiye zanîn; li navçeya Midyadê de jî Serokê Komeleya Jinan a Suryaniyan Teodora Ozdemîr Hobel û Serokê Komeleya Yekitiya Suryaniyan a Mêrdînê Yûhanna Aktaş hatine desteserkirin.

Li Êlihê jî polisan li navçeya Hezoyê Hevserokên HDPê yên Navçeya Berjîn Altan, rêveberê HDPa navçeyê Mehmet Baz û Endamê Meclisa Şaredariyê Îmadedîn Dînler desteser kirine û birine Miduriyeta Polisan a Navçeyê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin