Li Mêrdînê polîsan dest danîn ser 5 Tewratên berî hezar salî

Li Mêrdînê polîsan dest danîn ser 5 Tewratên berî hezar salî

.

A+A-

 Li navçeya Qoserê ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê polîsan dest danîn ser 5 Tewratên ku dîroka wan vedigere nêzîkî hezar sal berî niha.

Li gor agahiyan tîmên Rêveberiya Asayîşa Bajêr li ser zanyariyên ku bi rêya ne yasayî pirtûkên pîroz ên olî anîne Tirkiyê operasyonek kirin.

Di encama operasyonê de dest danîn ser 5 Tewratên ku nêzîkî hezar sal berî niha li ser çermê ajelên cûda bi zêr hatine neqişandin.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de kesek hat desteserkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin