Li Mêrdînê  ajalên gundîyan jiber nebûna avê mirin

Li Mêrdînê ajalên gundîyan jiber nebûna avê mirin

Li gundê Kuçûka yê navçeua Artûkluya Mêrdînê, ji ber ku DEDAŞê elektrîk birî û welatîyan nekarin ji bo ajalên xwe avê peyda bikin, yek bi yek dimirin.

A+A-

 DEDAŞa ku ev demek dirêje, ceyrana gelek gund û herêmên girêdayî navçeyên Dêrik û Qoserê yên Mêrdînê birîye, vê carê jî, ceyrana gundê Kuçûka ya navçeya Artûklû birî. Ji ber ku DEDAŞê nêzî 15 rojane ceyran birîye, pompeyên avê yên li gundan bi ceyranê dixebitin jî êdî nayin xebitîn. Welatî ji ber pêvajoya vîrûsa Koronayê (Kovîd-19) û tunebûna avê rojên zor û zehmet derbas dikin. Welatî nikarin paqijîya xwe bikin û ji bo heywanên xwe avê peyda bikin.

 Li gundê Kuçûka ajaldarê bi navê Bûrhan Kaya ji MAyê re axivîye û gotîye dema ew serê sibê ji xew rabû, dît ku 3 mihên wî ji bêavîyê mirine û wiha axivî: “Ez 700 mihan xwedî dikim. Li gundê me 3 hezar pez hene. Ji ber bêavîyê kezeba mihan xirab bûye û mirine. Sayaca ceyranê li ser navê bavê min e. Lêligel ku ti deynê me tuneye jî, ava me birîn. Ji bilî cotkarî û ajaldarîyê ti karekê ku em bikin tuneye. Wila kezaba min dişewite. Êdî taqeta me nema ye. Gelo em ê li Mêrdînê bi çi debara xwe bikin?”

 Herwiha Kaya nerazîbûna xwe derbirî û da zanîn ajalên ji bêavîyê namirin jî, nexweşî li kezeba wan dixe. Ajalên nexweş ket jî êdî tu wateya ku em wê xwedî bikin namîne. Herwiha Kaya got: “Ji ber ku mezin û qelew nabe. Tu mafê kesekê nîne ku vê yekê bi me dikin. Dema ez serê sibê rabûm min dît ku mihên min ji bêavî mirine. Êdî hûn rewşa heywanan bifikirin. Ji min re dibêjin, Emê rojê du saetan ceyran we berdin û depoyên xwe tije bikin. Gelo 2 saet wê têra bi bike? Em ne dizin û ne jî me malê kesekê xwarîye.”

 Li alîyê di welatîyên gund Alî Kaya jî, dest nîşan kir ku wan li DEDAŞê gerîyane û wiha bertek nîşan da: “Her tim bersivên cuda didin me. Dibêjin ku derbarê herêma me de tu agahîya wan tuneye. Di heman demê de rayedar li hemberî vê birîna ceyranê bêdengin. Ligel ku tu deynê me tuneye jî, ceyrana me dibirin. Divê demildest ev pirsg irêk bi dawî bibe. Em bang li rayedaran dikin ku erka xwe bi cih bînin.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin