Li Licê 27 kes hatin girtin

Li Licê 27 kes hatin girtin

.

A+A-

 Di operasyonên ku ji 9’ê çileyê ve li navçeyê Licê tên domandin de 27 kes hatin girtin. 
 
Li gundên Cinezur, Dêrxust, Hiseynik û Mişirfê yên navçeya Licê ya Amedê ji 9’ê çileyê ve operasyonên leşkere tên lidarxistin. Roja destpêkê ya operasyonê di navbera leşker û HPG’iyan de şer derket û leşkerek jiyana xwe ji dest dabû û 3 leşker jî birîndar bûbûn. 
 
8 KES GIRTIBÛN
 
Piştre leşkeran bi ser gundên herêma operasyonê de girtibûn û gelek kes binçav kiribûn. Di serdegirtinan leşkeran gefan li gundiyan xwaribûn. Mehmet Şah Bozkûş, Siddik Ozkan (63), Ferzende Ozkan, Omer Yildirim re 8 kesên ku di serdegirtinên di navbera 9 û 18’ê çileyê de hatibûn binçavkirin, bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin. 

OPERASYONA DUYEMÎN
 
Piştî van binçavkirin û girtinan operasyoneke din a mezin li herêmê hat destpêkirin. Di çarçoveya vê operasyonê de leşkeran di 19’ê çileyê de li navend Licê û gelek gundên herêma operasyonê bi ser malan de girtin û bi angaşta “hişbirê” 35 kesan binçav kirin. Ji van 35 kesan 19 jê hatin girtin û 7 jê jî bi şertê kontrola edlî bi giştî 16 kes jî hatin berdan. 
 
ELEQEYA OPERASYONÊ BI HIŞBIRÊ RE TUNEYE
 
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatin wergirtin eleqeya operasyonê bi hişbirê re tuneye û ji ber şerê di 9’ê çileyê de operasyonê tên berdewamkirin. Çavkaniyan destnîşan kir ku leşkeran dema serdegirtina malan diyar kirine ku ew li HPG’iyê birîndar digerin. Dîsa li gorî çavkaniyan liv û tevgera leşkerî li herêmê didome û gelek gundî ji ber operasyonan nikarin biçin gundê xwe û li navenda navçeyê mane. 


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin