Li Kurdistanê xezaba xwezayî

Li Kurdistanê xezaba xwezayî

Di 12ê Mijdarê de êrdhêjeka ku şîddeta wê di 7.3 richterê de bû rûda û li seranserê Kurdistanê hatîye hîskirin.

A+A-

Di 12ê Mijdarê de saet di 19.20ê de êrdhêjeka ku hêza wê di 7.3 richterê de bû rûda û li seranserê Kurdistanê hatîye hîskirin. Li gorî agahîyan navnedê wê derûdora bajarê Helepçeyê  û Sileymanîyeyê bûye lê bajarê din Hewler, Duhok, Kerkuk, Xaneqîn, Diyala û bajarên din yên başûrê Kurdistanê û li hemû parçeyên Kurdistanê hatîye hîskirin. Xelk di nav panikê de ji malên xwe derketine derve.  

Li gund û navçeyên Helepçe û Sileymanyeyê agahî nahên bidestxistin, lê li navçeya bajarê Sileymaniyê li Derbendîxanê gelek xesar çêbûye, gelek birîndar hene. Li Hewlerê 2 kes mirine 50 kes birîndar bûne; li rojhilatê Kurdistanê li bajarê Kirmaşanê 6 kes mirine û gelek kes birîndar bûne.
Dihê ragahandin ku xelk dê şevê li derve derbas bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin