Li Kurdistanê Roja Zimanê Zikmakî: Îranê jî dest bi qedexeya kurdî kir

Li Kurdistanê Roja Zimanê Zikmakî: Îranê jî dest bi qedexeya kurdî kir

Hat ragihandin ku Waliyê Urmiyê destûr nade şaredarên Şîno û Serdeştê navên Kurdî li rê, kolan û cihên giştî bikin.

A+A-

Li gor çavkaniyên herêmî Encûmena Bajarê Urmiyê ji bo çavdêrîkirina navên bajar, rêi kolan û cihên giştî civiya. Li gor agahiyan mijara civînê diyarkirin û nivîsandina 310 navên rê û kolanên navçeyên Şîno û Serdeştê bû.

Herwiha di civîna encûmanan de qeymeqamên navçeyên Şino û Serdeştê jî amade bûn û biryar hat dayîn ku navê 236 rê, kolan û 15 taxên navçeya Serdeştê were guhertin û navê 74 kolan û 14 taxên nû yê navçeya Şîno jî hatin danîn. Cîgirê Parêzgarê Urmiyê Terqî Kehoriyan jî di civînê de got: "Divê navên kesayetiyên îslamî, şehîdên Komara Îslamî ya Îranê û zanayên navçeyê li ser cihên giştî bên danîn."

Kehoriyan di berdewamiya axaftina xwe de got: "ji bo parastina yekparçeya siyasî û çandî ya Îranê divê navên wan cihan tenê bi Farisî bin." Kehoriyan bi wî awayî nivîsandina Kurdî red kir ku şaredariyan xwestibû navê hinek navnîşanan bi Kurdî bê nivîsandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin