Li Kurdistanê rêjeya bêkariyê ji sedî 4,5 kêm bûye

Li Kurdistanê rêjeya bêkariyê ji sedî 4,5 kêm bûye

Li gor daneyên Sazîya Stastîkan a Herêma Kurdistanê, rêjeya bêkarîyê li gor salên di navbera 2014 û 2018ê de ku krîza darayî hebû, bo ji sedî 4,5 daketîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gor standartên navnetewî rêjeya ji sedî 4,5 a bêkarîyê, ji bo her welatekê asayî ye. Lê eger rêje ji vê yekê zêdetir bibe, egera derketina pirsgirêkên weke aborî, civakî û siyasî behtir dibe.

Sazîya Stastîkan a Herêma Kurdistanê ji bo zelalkirina rêjeya derfetên kar û bêkarîyê, di sala 2012an de ligel Kompanîya Stastîkan a Rendy a Amerîkî lêkolînek kir, li gor encamên wê lêkolînê, di sala 2012an de ji sedî 38,4 kesên temenê wan ji 15 heta 64ê ne xwedî kar bûn û rêjeya bêkariîê jî ji sedî 7,9 bû.

Di sala 2013an de li Herêma Kurdistanê rêjeya bêkarîyê heta bo ji sedî 6,5 daketibû û tenê 87 hezar kes bêkar bûn. Di sala 2014an de tevî ku hikûmeta Bexdayê bûdçeya Herêma Kurdistanê qut kir, lê dîsa jî rêjeya bêkarîyê zêde nebû. Di sala 2014an de rêjeya bêkarîyê li Herêma Kurdistanê 6,53 bû. Lê di sala 2015an de rêjaya bêkarîyê ji sedî 100 zêde bû û gihîşt ji sedî 13,53.

Li Herêma Kurdistanê di sala 2016an de derbarê bêkarîyê de ti lêkolîn nehatine kirin. Di sala 2017an de jî Rêxistina Koç û Koçberîyê ya Navnetewî (IOM) ligel dezgeheke stastîkan rêjeya bêkarîyê dîyar kirin. Li gor encamên wê; li Hewlêrê ji sedî 9.2, li Silêmanîyê 9,4 û li Duhokê 13,8 bêkarî hebû.

Aborîya Kurdistanê geş dibe

Berpirsê Yekîneya Daneyên Hemwelatîyan li Sazîya Stastîkan a Herêma Kurdistanê Guhdar Miehemd Elî dibêje: “Li gor encamên lêkolînan, piştî nemana DAIŞê, asayîbûna peywendîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û şandina pişka budçeya Herêma Kurdistanê, aborîya Kurdistanê ber bi başîyê ve diçe. Bi saya vê yekê di sala 2017an de rêjeya bêkarîyê bo ji sedî 10.1 daket û di sala 2018an de jî bo ji sedî 9 daket.”

Guhdar Mihemed Elî dîyar kir ku derfetên kar li gor salên borî zêdetir bûne, lê dîsa jî bi temamî bandora krîza darayî xilas nebûye û got: “Rêjeya bêkarîya Herêma Kurdistanê, li gor rêjeya Iraqê gelek baş e. Li bajarên Iraqê rêjeya bêkarîyê zêdeyî ji sedî 16ê ye û li hinek bajaran nêzîkî ji sedî 20ê dibe.”

Mamosteyê li Zanîngeha Selahadînê Mihemed Muhsîn jî dibêje: “Daneyên sazîya statîstikan ne cihê bawerîyê ye. Çimkî serjimerîya giştî nehate kiriin. Eger di destê me daneyên rast nebin, nabe li gor texmînên xwe em tiştekê bibêjin.  Ez di wê baweriyê de me ku bêkarî ji rêjeya hatîye eşkerekirin zêdetir e.”

Ji bo kesên bêkar kursên perwerdeyê vedibin

Derbarê mijarê de Berpirsê Yekîneya Karên Civakî li Wezareta Kar a Herêma Kurdistanê Arîf Hito jî wiha axivî: “Bandora krîza aborî hêj berdewam e. Minak par 5 hezar 653 kesên xwedî kar, bêkar mane. Di şeş mehên despêka îsal de jî 2 hezar û 972 kes bêkar mane.”

Arif Hito dîyar kir ku ew bipergel kursên bo kar vedikin û wiaha pê de çû: “Di destpêka 6 mehên îsal de me 130 kursên perwerdeyê vekirine û bi giştî hezar û 267 kesên bêkar beşdarî kursan bûne. Beşek ji wan bûn xwedî karê xwe û beşek jî li dezgehên taybet dest bi kar kirin.”

Di van du salên dawiyê de 11 hezar karker ji derve hatine

Li gor daneyên Wezareta Kar û Karûbarên Civakî di van du salên dawîyê de 11 hezar û 164 karkerên biyanî ji derveyî welat hatine. 9 hezar û 520 ji wan karkeran li malên taybet û hezar û 644 karker jî karên din dikin.

Hito herwiha got: “Li gor salên berê, me rêjeya kesên bo karên kompanîyê taybet têne Kurdistan, kêm kirin. Heta karkerên navxwe hebin, em rê nadin ji derve karker bêne.”

Wezareta Kar û Karûbarên Civakî 7 navend bo peydakirina kar vekirine û hejmareke kesên bêkar ji wan navendan sûd wergirtine. Li gor daneyên wezaretê par, 2 hezar û 401 kesan bo kar serlêdana navendên navborî kirine. Hezar û 193 kar hatine dîtin û ji bo wan karan peywendî ligel hezar û 259 kesan hate danîn. Ji wan 664 kesan kar necibandine û 146 kesan bersiv nedane û 123 kesan jî bi derfetên xwe kar peyda kirine. Tenê 326 kes dest bi kar kirîye.

Berpirsê Navenda Sendikayên Karkerên Kurdistanê Hengaw Ebdullah jî got: “Mûçey karên ku navendên kar dibînin kêm in. An jî mercên wan giranin. Lewma kes naxwaze li wan cihan kar bike.”

Çavkanî:Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin