Li Koreya Başûr îzdîhan: Herî kêm 146 mirî

Li Koreya Başûr îzdîhan: Herî kêm 146 mirî

.

A+A-

Di qerebalixa ku di dema çalakiyên Halloweenê ango pirebok ên li paytexta Koreya Başûr bajarê Seulayê hatin lidarxistin de herî kêm 146 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzîkî 150 kesan jî birîndar bûn.

Rayedaran ragihandin ku herê kêm 146 kes di qelebalixa pîrozbahiya Halloweenê ya li navçeya Itaewon ku yek ji navendên şahiyê yên Seulê ye, canê xwe ji dest dan.

Yek ji karbidestên Servîsa Agirkujiya Neteweyî ya Koreya Başûr Choi Cheon-sik, diyar kir ku di dema pîrozbahiyê de li kolaneke teng kesên li paş hev dehf dane wê ji ber wê yekê îzdîham derketiye.

Bi gotina Choi di qelebalixê de nêzîkî 100 kes birîndar bûne û ji van kesan 50 kes ji nişka ve bi girtina dil canê xwe jid est dane.

Choi got ku zêdetirî 400 karmendên hawarçûnê û derdora 140 otomobîlên hawarçûnê li seranserê wi welatî bo cihê bûyerê hatine şandin.

Herwiha rayedar dibêjin ku metirsiye heye hejmara miriyan zêde bibe.

Hat gotin ku nêzî 100,000 kesan beşdarî pîrozbahiyên Halloween li kolanên Itaewon bûne.

 

ÇAVKANΠ: RUDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin