Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Li Kolombîyayê aştî, li welatê min şer berdewam e

A+A-

Li Kolombîya’yê şerê 52 salan bi dawî hat.

Ev şer û pevçûn, di navbera hikûmeta Kolombîya’yê û rêxistina marksîst ya bi navê, Hêzên Çekdar Şoreşgerên Kolombîya’yê (FARC) bi dehan salan ajot û li vî welatî bûbû kêşeya herî sereke, herweha bingeha bêaramî û gendeliyê.

Serokdewletê Kolombîya’yê Juan Manuel Santos û serokê FARCê Rodrigo Londono, ku bi nasnavê Timoçenko têt naskirin, li bajarê dîrokî Cartagena’yê û bi beşdarbûna sekreterê giştîyê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî û hinek serokdewletên ji Amerîka’ya Latînî, peymana aştiyê îmza kirin.

Herdu serokan bi pênûsek (kalem) bakêş peyman îmza kirin; pênûs ji kuvanê fişekan hatibû çêkirin û li ser kuvanê hevokek bi wate û dîrokî hatibû nexşandin: “Pêşeroja me bi qurşûnan hat nivîsin, lê paşeroja me dê bi perwerdeyê bêt nivîsin.”

Amancekî pîroz û aştîxwaz.

Pîroz be li gele Kolombîya’yê û xwezîya wê li me be.

Serokdewletê Kolombîya’yê di axaftina xwe da weha dibêje, “Şevtarîya tûndî ya erjenk ku nîv sedsal e em di bin sîya wê da dijîn, bidawî hat. Me dile xwe ji berbangek nû û rojekî birqok ra vekir, ku bi dibetîyan (dibetiyên qenc m.k.) dagirtî ye. Emê bigehên hemû amancên xwe, emê hemû astengan li paş xwe bihêlin û xwe bigihînin welatê aştîyê, ku me xeyal dikir.”

Hêvîyek gellekî xweş….

Di rêûresma îmza kirina peymanê da serokê FARCê jî bi lêborînê dest bi axaftina xwe dike, ji gele Kolombîya’yê û kesên ji şer zirarmend in, lêborînê dixwaze û dibêje, “Çeka me peyva me ye. Bi amancê avakirina aştîyê û lihevhatinê emê dewrek nû bidin destpêkirin. Emê çekan ji dil û hiş û zihne xwe bavêjin. Li dijî newekhevîyê û bêdadiyê emê têkoşîna xwe bidomînin. Me dev ji ramana xwe ya sosyalist berneda…”

Wekî têt zanîn, li Kolombîya’yê şer û pevçûnan 52 salan ajot û di vî şerî da; 220 hezar kuştî, 45 hezar hatin bêserûber (wendabûyî) kirin, 7 milyon kes koçber bûn, bîlancoyek gellekî giran, êş û keserek civakî.

Bi navbenkarîya saziyên navdewletî, gellek caran layên şer dest bi hevdîtin û danûstandinan kiribûn, lê negehêştibûn encamek aştîyê , berevacî dijmintîyek hêj tûnd destpêkiribû û gellek kesan jîyana xwe dest dabû.

Lê îro herdû helan jî, piştê şer û pevçûnên 52 salan, fam kirin ku ev şer û pevçûn 52 salên din jî bajo, di dawîya dawî da çareserîyek siyasî û aştî divê.

Jixwe, li cîhanê pirsgirêkên weha, her li Afrika’yê, her li Amerîka’ya Latînî an li Asya’yê, dawîya dawî hemû jî bi diyalog û hevdîtinên jidil (samimî) tên çareser kirin.

Pirsgirêka Tîmora Rojhelat, pirsgirêka Açe’yê û yên wekî vana hemû jî bi aştîyê çareserbûn, heta serokwezîrê bere Ahmet Davutoglu, ku li ser dîk û kursîyan gef li kurdan dixwarin, di çareserkirina pirsgirêka Açê da navbenkar bû.

Belê, li Açe’yê aştîxwaz, lê li Tirkîyê şer xwaz, ev banda eniyê rayadarên Tirk e.

Bêşik, pirsgirêka Kolombîya’yê û ya Kurdistan’ê ne wekî hev in, li Kolombîya’yê şerekî desthelatê û çînî hebû, divêbûya mijar biketa qada legal ya siyasî, lê şerê FARCê di dema Şerê Sar da destpêkiribû, wekî gellek şerên desthelat û çînî ku di wê deme da destpêkiribûn, lê Şerê Sar bi dawî hat êdî têkoşîna desthelatê û rêxistinên çînî divê bikevin nav karûbarê siyasetek legal.

Têkoşîna Azadîxwaza Kurdistanê, têkoşîna çarenûsîya neteweyekî ye, ku welatê wî di navbera çar dewletan da hatiye parvekirin.

Mixabin, dewletên dagirker ne tene Kurdistan li wana hat parvekirin, herweha her çar dewletan amancekî hevpar pejirandin, ku ev jî, siyaseta li ser tine kirina neteweya Kurd bû, lê bi ser neketin û nakevin jî.

Li beramberê vê siyaseta şovenîst, nijadperest û militarîst gele Kurd bidehan salan liberxweda û ev dorpêça tine kirine dirand û îro, pirsa Kurdistan’ê êdî pirsek navneteweyî ye.   

Mixabin, rewşa Tirkîyê bona demek kurt hêvîya çareseriyê nade, roja ku li Kolombîya’yê Peyman dihat îmza kirin, rayadarên Tirk, di serî da serokkomar gef li kurdan dixwarin.

Siyaseta hikûmet û serokkomarî pirsgirêkê hêj jî grîft dike, bi behaneya derbeya 15 tîrmehê tedbîrên tên stendin, rêya dîyalogê dixetimîne.

Kadiroyên siyaseta îro ti hêvîya diyalog û aştîyê nadin, lê paşeroj jî weha ye, ango nifşên genç ku dibetîya desthelatê hebe ew jî hêvîya diyalog û aştîyê nadin.

Bi encam paşeroja Tirkîyê ne dîyar e, jixwe axaftinên rayadaran hemû kurtêlên hêvîyê jî tine dikin.

29.09.2016/Semsûr        

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin