Li Kobaniyê ji nû ve ofîsa PDK-Sê hat vekirin

Li Kobaniyê ji nû ve ofîsa PDK-Sê hat vekirin

.

A+A-

PDK-Sê, do bi rêûresmeke li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, ji nû ve bi fermî ofîsa xwe vekir.

Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye (PDK-S), do bi rêûresmeke mezin a bi beşdariya nûnerên partiyên Kurdî, nûnerên rêxistina civaka sivîl û kesayetiyên serbixwe re, careke din bi fermî ofîsa xwe li Kobaniyê vekir.

Ji 6 salan zêdetir e, ji dema êrîşa DAIŞê de li ser Kobanî di Îlona sala 2014an de, ofîsa PDK-Sê jî wekî tevahiya ofîsên partiyên din li Kobanî hatibû girtin, PDK-Sê ji nû ve ofîsa xwe li Kobaniyê vekir.

Vekirina ofîsa PDK-Sê li Kobanî di demekê tê, ku piştî destpêka diyaloga Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, partiyên ENKSê bi serbestî ofîsên xwe vekirine û karê xwe yê siyasî eşkere û bi fermî berdewam dikin.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin