Li Kirmaşanê jinekê, xwe û du zarokên xwe kuşt!

Li Kirmaşanê jinekê, xwe û du zarokên xwe kuşt!

Li bajarê Kirmaşan yê Rojhilatê Kurdistanê, jinekê destpêkê du zarokên xwe kuşt paşê jî xwe kuşt!

A+A-

Li gor nûçeya BasNewsê, Dezgeha mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, roja 10 vê mehê li gundê Çiqacanê yê Kirmaşanê, jina bi navê Zehra Rehmetî du zarokên xwe kuşt, paşê jî xwe kuşt.

Li gorî agahiyan, wê jinkê ji ber belengazî û hejariyê xwe û zarokên xwe kuştiye.

Navê yek ji wan zarokan Elî Riza Mihemedî (6 salî) û navê yê din jî Emîr Ebas Mihemedî (3 salî) bûye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin