Li Kerkûkê teqîn!

Li Kerkûkê teqîn!

Li bajarê Kerkûkê yê Başûre Kurdistanê teqînek çêbû di encamê de kesek hate kuştin 5 kesên din jî birîndar bûn.

A+A-

Li gorî agahiyan li taxa Xezrayî ya Kerkûkê di nava pêşangeheke otomobîlan de bombeyek teqiya.

 

Hate zanîn, ku di encama teqînê de kesekî jiyana xwe ji dest da û herwiha 5 kesên din jî birîndar bûn.

 

Hêjayê gotinê ye, ku 16ê Cotmeha 2017ê artêşa Iraqê û hêzên Heşda Şeibî êrîşê bajarê Kerkûkê kiribûn û ji wê demê ve ewlekariya bajar di destê hêzên Iraqî de ye.

 

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin