Li Kerkûkê partiyên Kurdistanî daxuyaniyeke hevpar da

Li Kerkûkê partiyên Kurdistanî daxuyaniyeke hevpar da

Berpirsên partiyên Kurdistanî yên li Kerkûkê îro li navçeya Qerehencîr civiyan û piştî civînê di daxuyaniyekê de daxwaz û helwesta xwe bi 7 xalan anîne ziman.

A+A-

Ji bo cara yekem piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê, hemû partiyên Kurdistanî îro li navçeya Qerehencîr a Kerkûkê civiyan.

 

Piştî civînê di daxuyaniyeke çapemenî ya hevbeş de daxwaz û helwesta xwe bi 7 xalan ragihandin.

 

Partiyên Kurdistanî êrîşa bi mûşek a Îranê ya li ser baregahên partiyên Rojhilatê Kurdistanê şermezar kirin û herwiha xwestin ku aliyên Kurdistanê ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê yekhelwest bin.

 

Herwiha ji hikûmeta Iraqê xwestin ku desthilata leşkerî li Kerkûkê ji holê rake, proseya bierebkirinê bide sekinandin.

 

Xalên ku partiyên Kurdistanî di daxuyaniya çapemeniyê de ragihandin wiha ne:

 

1. Civîna me êrîşa Komara Îslamî ya Îranê ya li ser herdu partiyên Demokrat ên Rojhilatê Kurdistanê şermezar dike û sersaziyê ji wan partiyan re dixwazin û hêvî dikin birîndarên êrîşê zû baş bibin.

 

2. Biryar hate dayîn civinên partiyên Kurdistanî çalak bibin û di dema pêwîst de berpirsên yekem ên partiyan van civînan bikin.

 

3. Di pêvajoya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de em piştgirî li yekhelwestî û yekgotariya aliyên Kurdistanî dikin û dixwazin pêbaweriya di navbera partiyan de ji nûve çêbibe.

 

4. Ji bo hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê ji bo aliyên Kurdistanî bi yek lîste bin, zêdetirkirina gûftûgo û xwesazkirinan.

 

5. Em daxwazê ji hikûmeta Iraqê dikin desthilata leşkerî li Kerkûykê bidawî bike, proseya bierekkirinê bide sekinandin, ku niha bi berferehî birêve diçe, ev yek jî rasterast binpêkirina Destûra Iraq’ê ye.

 

6. Partiyên Kurdistanî mehnêrîn in ji bo çalakkirina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê zêdetir kar bikin.

 

7. Civîna me tekez dike ku baweriya aliyên Kurdistanî li Kerkûkê bi bihevre jiyana aştiyane ya neteweyan heye. Li gel vê yekê jî nabe wek pêkhateya sereke Kurdistaniyên Kerkûkê di warê ewlekarî û desthilata sivîl de werin piştguhxistin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin