Li Kerkûkê ji ber qutkirina karebayê xwepêşandan hat kirin

Li Kerkûkê ji ber qutkirina karebayê xwepêşandan hat kirin

Beşek ji hemwelatiyên taxa Feyleq a kurdan a bajarê Kerkûkê ji ber nebûna elektrîkê li taxa xwe xwepêşandanek pêkanîn.

A+A-

Hemwelatiyê niştecihê taxa Feyleq a bajarê Kerkûkê Aso Kemal ragehand: ‘’Îro  xwepêşandan li dijî nebûna karebayê li taxa me pêkhat. Ji ber 4 roj zêdetir e kareba li ser me birine, herwiha berê jî kareba kêm ji me re dihate dayîn.’’

Herwaha got: ‘’Li taxên din ên Kerkûkê kareba başe, lê taxa me ji ber em kurd in û piraniya taxê jî ji koçberên piştî sala 2003 vegeriyane bajar pêktên, me ceza dikin û ji hemû xizmetan jî em bêpar in.’’

Li gor zanyariyan niha li Kerkûkê lîsteya dayîna karebayê ya taxên Kerkûkê de cudayî di navbera taxên kurdan û taxên din ên bajar de tê kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin