Li Kerkûkê biryarekî din li dijî kurdan hat derxistin

Li Kerkûkê biryarekî din li dijî kurdan hat derxistin

.

A+A-

Hejmarek berçav ji karmendên tenduristiyê yên ser bi hikûmeta herêma Kurdistanê û xelkê sînorê Kerkûkê ne, bi awayê peymaneke demkî li Kerkûkê li ser kar in, lê fermangeha tenduristiya Kerkûkê biryara hilweşandina wê peymana wan karmendan a demkî da.

Li gor nivîsekî fermî ya tenduristiya Kerkûkê ku îmzaya rêveberê giştî yê fermangeha tenduristiya Kerkûkê Dr. Nebîl Ehmed li ser e, kar kirina wan hemû fermanberan hatiye rawestandin û ew Peyman hatiye hilweşandin, ku ew 3 sal zêdetir e li parêzgeha Kerkûkê kar dikin.

Vê derbarê de berdevkê fermangeha tenduristiya Kerkûkê Saman Yabe îro 31.08.2021ê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Diyare hejmarek berçav ji karmendên tenduristiyê yên cîheke din bi awayê peymana demkî li Kerkûkê kar dikin. Lê zanyariyên wisa li gel min tine, ku ew peymana li gel wan karmendan hatiye hilweşandin.’’

Herwaha got: ‘’Tenê ew heye ku daxwaz hatiye kirin ku ew fermanberên bi peymana demkî kar dikin ew Peyman bê hilweşandin.’’

Li Kerkûkê piştî xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê her roj bi bahaneyekî ve biryar li dijî kurdan tên derxistin û biryara herî dawî de jî peymana karmendên tenduristiya Kerkûkê yên demkî ku ser bi wezareta hikûmeta herêma Kurdistanê ne li Kerkûkê hate hilweşandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin