Li Kerkûkê bi dehan dukanên kurdan hatin xirabkirin!

Li Kerkûkê bi dehan dukanên kurdan hatin xirabkirin!

Li Kerkûkê bi dehan dukanên kurdan hatin xirabkirin!

A+A-

Bi fermana parêzgarê sepandî yê Kerkûkê, bi dehan dukanên welatiyên kurd hatin wêrankirin.

Îro li taxa Îmam Qasim ya bajarê Kerkûkê, bi dehan dukanên kurdan bi fermana parêzgarê sepandî yê Kerkûkê hatin wêrankirin.

Yek ji wan kesên ku dukana wî hatiye xirabkirin, bi navê Haşim Salih ji BasNewsê re got, ji duhî de dukanên kurdan tên xirabkirin. Vê yekê jî tenê ji ber kurdbûnê dikin.

Haşim Salih her wiha got, heta nehîştin em tiştên xwe ji nav dukanan derxînin. Bi dozerê, bi behaneya ku zeviyên ku dukan li ser hatine çêkirin, yên hikûmetê ne, dukanên me xirab kirin. Dewlemendek dixwaze markêtek mezin çêbike ji ber wê yekê dukanên me wêran kirin. Bi vê yekê qûtê bi dehan malbatên kurd qut kirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin