Li Kerkûkê Alarengîn cardin li ba bû

Li Kerkûkê Alarengîn cardin li ba bû

Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) li bajarê Kerkûkê li hemû baregehên xwe ala Kurdistanê daleqand.

A+A-

Li gor ragihandina nûçegihan Herdî Mihemmed ala Kurdistanê îşev hatiye daleqandin. Heman agahî ji aliyê rêvebirê YNK ê yê Kerkûkê Rewend Mela Mehmûd ve hat piştrastkirin.

Rewend Mela Mahmud weka got:

“Me di civîna meclisa Kerkûkê de biryarê da ku ala Kurdistanê ya YNKê û Iraqê li temamê rêxistinên xwe yên li Kerkûkê daleqînin. Me biryarê bi aliyên Iraqî re, di nava koordînasyonê de girt. Ji zûde ye ku me dixwest em ala Kurdistanê bilind bikin lê me nedixwest ku astengî derên.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin