Li Kerkûkê 5 terorîstên DAIŞê hatin girtin

Li Kerkûkê 5 terorîstên DAIŞê hatin girtin

.

A+A-

Li bajarê Kerkûkê 5 terorîstên DAIŞê hatin girtin.

Berdevkê polîsê Kerkûkê, Amir Nûrî ji BasNewsê re got, îro li bajarê Kerkûkê 5 terorîstên DAIŞê hatin girtin ku fermana girtina wan hatibû dayîn.

Amir Nûrî her wiha got, ew terorîstên han ku yek ji wan jin e, teslîmî dadgehê hatine kirin.

Wî efserê polîs da zanîn, wan terorîstan bi belgeyên saxte terorîstên ku çalakiyên terorîstî kiribûn, bê guneh nîşan didan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin