Li Kanadayê di êrîşeke çekdarî de 16 kes mirine

Li Kanadayê di êrîşeke çekdarî de 16 kes mirine

Li Nova Scotiayê, eyaleta Kanadayê kesekî di êrîşên çekdarî da 16 kes kuştîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li Nova Scotiayê, eyaleta Kanadayê kesekî di êrîşên çekdarî da 16 kes kuştîye.

Brenda Lucki, Dîrektora Polêsê Siwarîyê Hespan a Kralîyeta Kanadayê (RCMP) daxuyanî daye û dîyar kirîye ku, li bajaroka Portapiqueyê ya eyaleta Nova Scotiayê êrîşkarekî bi navê Gabriel Wortman (51) şeva paşînê bi çekan êrîş kirîye û êrîşên wî heta roja yekşemê danê nîvro dewam kirîye. Luckîyê ragihandîye ku di êrîşan da polîsek jî tê da 16 kes hatine kuştin.

Luckîyê gotîye ku bûyer êrîşeke terorê nîne. Li cihê ku êrîş lê çêbûye xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin, lê dibe ku jimara kuştîyan zêdetir jî bibe.

Êrîş li welêt bûye mijara herî girîng a rojevê, Serokwezîr Justin Trudeauyî li ser êrîşê daxuyanî daye û serxweşî daye malbatên kesên kuştî.

Êrîşkar piştî êrîşan li benzînxaneyekê hatîye girtin û hatîye gotin ku li Portapiqueyê xwedîyê klînîkeke proteza diranan e û li bajarên din jî xanîyên wî hene.

Sedema êrîşa Wortmanî hê ne dîyar e, RCMPyê jî hê derbarê êrîşê de ti daxuyanîyeke berfireh nedaye ku ku tê gotin di dîroka eyaletê da qasî vê, êrîşeke xwînrij nehatîye kirin.

Ekîba Midaxaleya Bûyerên Cidî (SIRT) li ser operasyona RCMPyê lêpirsîn daye destpêkirin.

Bianet

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin