Li kampa Holê dijî DAIŞê operasyonek berfireh destpê kir

Li kampa Holê dijî DAIŞê operasyonek berfireh destpê kir

.

A+A-

Hêzên Asayîşa Kampa Holê ya Hesekê, li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê dest bi operasyonekê kirin û 6 hezar endamên hêzên asayişê di operasyonê de beşdar in.

Li gor zanyariyan hêzên asayişê, îro danê di demjimêr 04:00 li derdora Kampa Holê belav bûn û bi armanca pêkanîna operasyoneke ewlekariyê derbasî nav kampê bûn.

Berdevkê Giştî yê Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) Kîno Gabrîel, Berdevkê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd û Endama Fermandariya Giştî ya Encûmena Herêma Cizîrê Evîndar Dêrik di kongreya rojnamevanî ya destpêkirina "Operasyona Ewlekarî û Mirovî" de amade bûn.

Berdevkê Fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El-Hesen di daxuyaniyê de got, “Beriya 2 salan Hêzên Sûriya Demokratîk bi desteka Hevpeymaniya Navneteweyî rêxistina terorîst (DAIŞ) di aliyê cografî de tune kir. Lê belê DAIŞ hîna xetereyeke mezin li ser herêm û cîhanê çêdike. Hîna şaneyên DAIŞê rojane sivîlan û rêveberên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin: “Li kampê zêdetirî 60 hezar kes dimîne û hejmareke mezin ji wan zarok in. Ew alîgir an jî endamên rêxistina DAIŞê ne yan jî endamên malbatên wan in, ku ji xwe re rêveberiyeke taybet ava kirin û bi wê yekê hewl didin rêxistina DAIŞê biparêzin û di dema guncaw de vejînin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Kampa Holê bûye navendeke rêxistina DAIŞê ku tê de hemû rengên terorê tên pêkanîn. Sivîlên li wir hema bêje rojane rastî kuştin û hedefgirtinê tên. EW yek xeteriya li ser ewlehî û silametiya kesên lê dimînin zêde dike. DAIŞ`ê tenê îsal 47 kes di hundir kampê de kuştin.”

Hat diyarkirin “Îro Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi desteka HSD û di nav de YPG û YPJ li kampa Holê ji bo tunekirina bandora DAIŞ`ê, bi navê "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" hemleyê dide destpêkirin.Em teqez dikin ku em ê di hemleyê de hemû tedbîrên pêwîst ji bo parastina ewlehiya sivîlan bigirin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin