Li Kampa Holê 23 Zarokan  Canê Xwe Jidest Dan

Li Kampa Holê 23 Zarokan Canê Xwe Jidest Dan

Ji ber rewşa xirap û nebûna dermanan 23 zarokan li kampa Holê ya li başûrê Hesekê canê xwe jidest dan.

A+A-

Ji ber rewşa xirap û nebûna dermanan 23 zarokan li kampa Holê ya li başûrê Hesekê canê xwe jidest dan.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, ji ber nebûna çavdêriya tenduristiyê, kêmbûna dermanan û pêwîstiyên jiyanê yên sereke 23 zarokan li kampa Holê canê xwe jidest dan.

Rewangehê da zanîn, hejmara zarokên bi sedema nebûna çavdêriya tenduristiyê û kêmbûna dermanan û pêdviyên jiyanê ji destpêka îsal ve canê xwe jidest dane, gihîştiye 409 zarokan.

Pêştir, Rêxistina Bijîşkên Bêsînor di raportekê de diyar kiribû, rewşa mirovî li kampa Holê gelekî xirap e û kêmbûn di xwarin, vexwarin û her tiştî de heye û çavdêriya tenduristî ne di asta pêwîst de ye.

Kampa Holê li başûrê rojhilatê bajarê Hesekê ye. Hejmara xelkên wê zêdetir 70 hezar kesan e, penaberên Îraqî û awareyên Sûriyê û malbatên DAIŞê yên di dema dawî de ji Baxozê derketibûn lê bich dibin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin