Li Îsraîlê hilbijartina parlamentoyê tê lidarxistin

Li Îsraîlê hilbijartina parlamentoyê tê lidarxistin

.

A+A-

Îro 1ê Mijdara 2022an hilbijartina Parlamentoya Îsraîlê tê kirin. Di hilbijartinên vê carê de jî çav li ser Benjamin Netanyahu serkirdeyê opozisyonê li Îsraîlê ye ku 16 salan serokwezîrtiya wî welatî kiriye û tê texmînkirin ku partiya wî partiya Likud piraniya kursiyan bidest bixe.

Gelek vê hilbijartinê li gor rapirsiyên Îsraîliyan li ser Netanyahu temaşa dikin, ku zêdeyî 16 salan serokwezîrê Îsraîlê bû û di hilbijartina Adara 2021ê de bi hevpeymanî ligel 7 partiyên siyasî biserneket.

Pisporê Karûbarên Siyasî, Gayil Talshir dibêje, “Gelo Netanyahu vedigere desthilatê? Ev ew pirsyar e ku xelkê Îsraîlê derbarê de difikirin. Lê peywendiya mijarê ne tenê bi Netanyahu ve heye, lê peywendiya wê bi partiyên rastgir ên bihêz wek partiyên siyonîst ên olî heye ku egereke zêde heye vê carê bi hevpeymaniya ligel Netanyahu vegerin ser desthilatê.”

Ev Otzma Yehudit e, berpirsekî herî bilind ê partiya Otzma Yehudit a siyonîstî ya olî ye. Di vê vîdeoyê de, gefê li Erebên nîşteciyên Qudsê-OrShalimê dixwe.

Berpirsê Bilind ê Partiya Otzma Yehudit, Ben Gvir ragihand, "Wan kevirên ku hûn davêjin me, hûn dê bi destê xwe kevir kevir hilgirin. Em xwediyên van malên Orshalimê ne, ên me Cuhûyan in."

Rapirsiya dawî di navbera 22 û 28ê Cotmeha îsal de hatiye kirin û derdixe ku ji tevahiya 120 kursiyên parlamantoyê, Partiya Likud a bi serokatiya Benjamin Netanyahu 30 kursiyan bidest dixe, Yash Atid bi serokatiya Yair Lapid 27 kursî, Partiya Otzma Yehudit a Siyonîst a olî bi serokatiya Bezalel Smotrich 15 kursî, Yekbûya Niştîmanî bi seroktiya Bennett Gantz 10 kursî, Partiya Shas a olî 8 kurisyan bidest dixe û 30 kursiyên din bo 6 partî û hevpeymaniyên din ên parlamantoyê dibin.

Ji Nîsana 2019ê ve 4 hilbijartinên parlamantoyê hatine kirin, ya ku roja Sêşemê tê kirin, pêncemîn hilbijartin e û wek rapirsî jî derdixin, ti aliyek nikare 51 kursiyan bidest bixe, wate 61 kursiyên parlemantoyê bi vî awayî jî eger heye piştî hilbijartinan dîsan pirsgirêka pêkanîna hevpeymaniyê bo avakirina hikûmetê li pey xwe bîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin