Li Iraqê teqîn, 1 kuştî 23 birîndar

Li Iraqê teqîn, 1 kuştî 23 birîndar

Hat ragihandin ku li bjarê Diyala yê Iraqê, li meydanekî danûstendinê teqînekî rû da, di encama teqînê de kesekî jiyana xwe ji dest da 23 kes jî birîndar bûne.

A+A-

Li gorî Sputnik Kurdistanê, îro ber bi êvarkî li bajarê Diyala li taxa Xalis di nav qada bazartê de bombeyekê hatiye teqandin. Di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da 23 kes jî birîndar bûn.

Di derbarê buyerê de fermandarê berpirsê karê ewlehiyê Habib eş-Şumari jî daxuyand ku "bombe beriyê de li qadê hatiye bicihkirin û ji dûr ve hatiye teqandin, em texmîn dikin ku ji aliyê endamên DAIŞê ve hatibe kiri. Ji bo girtina sûçdaran lêpirsîn dest pê kirin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin