Li Iraqê coteteqîn: 3 jin hatin kuştin û 3 polîsên Iraqê birîndar bûn

Li Iraqê coteteqîn: 3 jin hatin kuştin û 3 polîsên Iraqê birîndar bûn

.

A+A-

Hat ragihandin ku îro 5ê Mijdarê li devera Abbara ya Diyalayê di encama teqînan de 3 jin hatin kuştin.

Şaneya ragihandinê ya ewlehiya Iraqê da xuyakirin, di encama teqînên li Diyalayê de, 3 jinan jiyana xwe ji dest dane û 3 endamên hêzên ewlehiyê jî birîndar bûne.

Şaneya ragihandinê li ser birîndarbûna 3 endamên hêzên ewlehiyê jî diyar kir ku piştî teqîna bombeyê hêzên ewlehiyê gihîştine cihê bûyerê û bombeyeke din bi wan de teqîyaye û birîndar bûne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin