Li Îranê Zilamekî keça xwe bi tevir kuşt

Li Îranê Zilamekî keça xwe bi tevir kuşt

Li gor zanyariyên çapemeniya Îranê, du şev berî naha li bajarê Kirman a navenda Îranê zilamekî tenê ji ber keça wî ji mal derketiye bi tevir ew kuştiye.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Polîsê Kirmanê aşkera kir: ‘’Şeva Yekşemê li ser duşem a borî ji ber ku keçekî bi navê Rêhane Amrî ji mal derketiye bavê wê gefa kuştinê lê xwariye û piştre jî kuştiye. Piştî diyar nemana keçikê xwîşk û dayîka wê agahdar dibin ku xwîn bi deriyê odeya Rêhane ve heye û xwîna wê heta gel otomobîla bavê wê çûye.’’

Herwaha cîgirê polîsê parêzgeha Kirmanê Kurîş Ehmed Yusiv jî ew nûçe ji malpera İRNA re piştrast kiriye, lê dibêje ji ber bavê wê şîşekî hesin avêtiye Rêhaneyê jiyana xwe ji dest daye.

Hat ragehandin ew zilam hatiye girtin û piştî hatiye girtin li xwe mukir hatiye ku keça xwe kuştiye û xwîşka Rêhane jî li gel polîs gotiye sê sal berî naha jî Rêhane ji aliyê bavê wê ve heta hatî ber mirinê hatiye lêdan.

Rêhane keseka çalakvana torên civakî bû û ji ber şevekî dereng ji mal derketiye, ew yek bû sedemê kuştina wê ji aliyê bavê wê ve.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin