Li Îranê Karkerên Petrolê jî Tev li Greva Hemberî Rejîmê Dibin

Li Îranê Karkerên Petrolê jî Tev li Greva Hemberî Rejîmê Dibin

.

A+A-

Li gor ragihandinên bizavkaran û nûçeyên ser medya civakî Îranê karkerên pişesazîya enerjîyê yên Îranê jî, do Duşemê ve dest bi grevê kirine û beşdarî xwepêşandanan dibin.

Karkerên petrolê li Abadan û Asaluyeh, ku kargehên bo qada gaza xwezayî ya deryayî ya Îranê li Kendava Farisî navendên serekî yên enerjîyê ne ku, 2 xwepêşandan li dar xistin û destpêkirina grevê ragihandin.

Vîdyoyek li ser Twitterê nîşan dide ku bi dehan karker bi qîrîna dirûşma "Bimire Dîktator" rêya kargeha petrokîmya ya Buşehrê ya li Asaluyeh ya li beravên Kendava Îranê girtine.

Vîdyoyên ku li ser medya civakî têne parve kirin, dîmenên xwepêşandanên li bi dehan bajarên seranserî Îranê nîşan didin.

Di vîdyoyan de karkerên enerjîyê dibêjin ku "Ev salek e bi xwîn e ku wê Seyîd Elî were rûxandin", ku behsa rêberê ruhanî yê Îranê, Elî Xamineyî dikirin.

Karkeran herwiha ragihand ku gelek hevkarên wan piştî xwepêşandanên îro Sêşemê ji hêla karbidestan ve hatine desteser kirin.

Ajansa nûçeyan ya dewleta Îranê IRNA îro Sêşemê îdia kir ku xwepêşandan li Asaluyeh, greveke bo zêdekirina mûçeyan bû.

Wezareta petrolê yê Îranê heya niha ser xwepêşandanên karkerên enerjîyê ti daxuyanî ranegihandîye.

Civata Rêxistinkirina Xwepêşandanên Karkerên Petrolê yên Peymandar îro Sêşemê greveke din li Abadan ragihand û vîdyoyên ji xwepêşandanên li derveyî kargeha mezin ya petrolê li nêzî sînorê Îraqê weşand.

Hêzên ewlehîyê yên Îranê dijî xwepêşanderan gaza îsotê û rêkên din yên tepeserkirinê bi kar tînin.

Di xwepêşandanan de bi dirûşmên wek "Mirin ji dîktator re", xwepêşender herî serekî daxwaza têkçûna rejîma olî ya dewleta Îranê dikin.

Rexistinên mafên mirovan didin zanîn ku ji destpêka xwepêşandanan û vir ve 19 ji wan zarok, herî kêm 185 kes hatine kuştin, bi sedan kes birîndar bûne û bi hezaran kes jî hatine girtin.

Heman rexistin dibêjin ku ji wan 90 kes ji alîyê hêzên ewlehîyê ve li bajarê Zahedan ya rojhilata Îranê hatine kuştin; di xwepêşandanên dijî polîsekî ku di dozeke cuda de, bi destdirêjîyê dihat tawanbar kirin.

Karbidestên Îranî tundûtûjîya Zahedanê wek ji alîyê cudaxwazan bi nav dikin, lê navên wan jî eşkere nakin.

Îran dibêje ku di xwepêşandanan de heya niha herî kêm 20 endamên hêzên ewlekarîyê kuştin.

Xwepêşandanên li Îranê di 16’ê Îlonê de di merasîma binerdkirina keça Kurd Jîna Emînî, li bajarê Saqizê ya istana Kurdistanê destpê kirin û li seranserê welat belav bûn. Ew xwenîşander niha qilûpîyê pêla herî mezin ya protestoyên salên dawî ku hê jî didomin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin