Li Îranê di rojekê de 346 kes bi koronayê mirin

Li Îranê di rojekê de 346 kes bi koronayê mirin

Li Îranê di rojekê de 346 kes bi koronayê mirin

A+A-

Li Îranê di nav 24 demjimêran de 346 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) jiyana xwe ji dest dan û nêzîkî 7 hezar kesên din jî bi vê vîrûsê ketin.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand; di nav 24 demjimêrên borî de li Îranê 6 hezar û 968 kes bi koronayê ketine û 346 kes jî bi koronayê mirine.

Wezaretê herwiha da zanîn ku ji duh ve 4 hezar û 361 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Li gor amarên herî dawî, hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê (Covid-19) li Îranê gihîştiye 581 hezar û 824 kesan, ji wan 33 hezar û 299 kes canê xwe ji dest dane û 463 hezar û 611 kes jî baş bûne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin